Rejîma  îşxalê 20 Filistînîyên din jî desteser kir

Di encama êrîş û serdegirtinên ku li Şerîaya Rojava û Qudsê ji teref siyonistan ve hatin kirin de 20 Filistînî hatin desteserkirin.

Ekleme: 23.06.2024 14:45:19 / Güncelleme: 23.06.2024 14:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin siyonistên terorîst li Quds û Şerîaya Rojava di ser  bajarên El Xelîl, Cenîn, Nablus, Ramallah, Kalkîlya, Erîha û Tubasê girtin.

Di encama serdegirtinên ku hatin kirin de 20 Filistînî hatin desteserkirin ku hejmara kesên êsîr girtî derket 9 hezarû 345 kesan.(ÎLKHA)