Li Nîjeryayê şoba kolerayê: 35 kesan canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Nîjeryayê ji ber şoba kolerayê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 35 kesan.

Ekleme: 23.06.2024 11:05:18 / Güncelleme: 23.06.2024 11:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîserê Tenduristîyê yê Parêzgeha Lagosê Akîn Abayomî derbarê mijarê de daxuyanîyekê belav kir.

Akîn Abayomî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di 2 rojên dawî de li parêzgehê 14 kesan canê xwe ji dest dan ku bi van mirinên dawî hejmara wan kesên ku ji ber şobê mirin derket 35 kesan.

Sala çûyî li Nîjeryayê zêdetirî 3 hezar kesan bi şoba kolerayê ketibûn û zêdetirî 100 kesan jî canê xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)