Rayedarên Emrîqayê: Qubbeya hesina îsraîlê nikare li hember Hîzbullahê ber xwe bide

Hat destnîşankirin ku Qubbeya hesin a rejîma îşxalker a sîyonîst ku 10 sal e dişxulîne, li hember opersayonên Hîzbullahê wê nikaribe ber xwe bide.

Ekleme: 22.06.2024 16:40:19 / Güncelleme: 22.06.2024 16:40:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emrîqa, endîşe dike ku ew ê Qubbeya hesin li hember herbeke mezin a bi Hîzbullahê re nikaribe ber xwe bide.

Rayedarekî Emrîqayê ku ji CNNê re axivî û navê xwe negot weha got, “Herî kêm em wisa difikirin ku hinek beteryayên qubbeya hesinê îmhe bikin.”

Hat îfadekirin ger ku Hîzbullah çekên giran bi kar bînin, dibe ku qubbeya hesin nikaribe li pîya bisekine.

Hîzbullah di 5ê Hezîranê de li Ramot Naftalîyê operasyonek li dar xistibû, ew di operasyonê de beteryayê qubbeya hesinê hedef girtibû dîmenên wê operasyonê parve kiribû.

Hat ragihandin ku di destê Hîzbullahê de herî kêm 150 hezar roket û fûze heye.

Fuzeyên qubbeya hesin jî bi 20 hezar û 100 hezar dolarî tê çêkirin. (ÎLKHA)