Li Emrîqayê 6 kes ji ber germahîyê mirin

Li paytext Phoenixa wîlayeta Arîzonaya Emrîqayê 6 mirov ji ber hewaya germ mirine.

Ekleme: 22.06.2024 14:50:24 / Güncelleme: 22.06.2024 14:50:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Departmana Tenduristîya Xelkê ya navçeya Maricopayê, destnîşan kir ku germaîya li Arîzonayê bû sedema mirina. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber germahîyê 6 kes mirine.

Meteorolog Ryan Worley ku ji Serwîsa Rewşa Hewaya Navneteweyî ye, diyar kir ku germahîya hewayê gihaştîye 46 dereceyan.

Worley diyar kir ku ew ê hewa hinek xweş bibe lê wê hefteya hatî cardin germahî zêde bibe. (ÎLKHA)