Ensarullah, bota xwe ya behrê ceriband

Ensarullahê Yemenê, bota xwe ya behrê ku dikare 150 kîlo serê herbê bar bike ceriband.

Ekleme: 22.06.2024 11:35:17 / Güncelleme: 22.06.2024 11:35:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên çekdar yê Yemenê li ser Telegramê, dîmenek parve kir ku di wê dîmenê de bota behrê ya bêînsan ku navê wî Tûfan 1 danîne tê dîtin.

Ensarullah destnîşan kir ku bota bêînsan dikare 150 kîlo serê herbê bar bike û di seatê de dikare heta 35 mîl lezgînê bike.

Hat îfadekirin ku ev bot ji bona ku li dijî hedefên ku di behrê de diçin û têne çalakîyê bike hatîye çêkirin.

Di ceribandinê de hat dîtin ku bot karê xwe bi serfirazî bikaranîtîye. (ÎLKHA)