Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Mehmûd Hesen Abdurrahman Zeyd (28) û Îhab Ebdulkerîm Mûsa Ebû Hemed (29) li Kalkîlyayê di encama guleyên îşxalê de şehîd bûne.
Li gorî medyaya Filistînê, hêzeke taybet a artêşa îşxalker li navenda Kalkîlyayê wesayîta 2 ciwanan gulebaran kirin.
Piştî êrîşê jî hêzên îşxalker rê nedan ku ekîbên ambulans û welatiyan bigihêjin cihê bûyerê.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku leşkerên îşxalker wesayît dorpêç kirine û 2 ciwanên bi guleyên li hemû laşê wan birîndar bûne derxistine derve.
Çapemeniya herêmî ragihand ku hêzên îşxalker ji bajêr vekişiyan e, wesayît desteser kirin e û cenazeyên her du şehîdan girtin e.
Hat ragihandin ku 2 kes jî li cihê bûyerê sivik birîndar bûne.
Îşxalkeran duh li Kalkîlyayê zarokê bi navê Naîm Abdullah Naîm Samha yê 15 salî qetil kiribûn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, bi şehadeta 2 ciwanên bi navên Zeyd û Ebû Hemed re, ji 7ê Cotmehê û vir ve hejmara şehîdên Şerîeya Rojavayê ku 135ê jê zarok in gihaştiye 552 şehîdan. (ÎLKHA)