Pîqaba ku karkerên cotkariyê vediguhast qulipî: 21 birîndar

Li Hetayê di encama qezaya qulipîna pîqaba ku karkerên cotkariyê vediguhast 21 kes birîndar bûn.

Ekleme: 21.06.2024 16:50:22 / Güncelleme: 21.06.2024 16:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêbeja Reyhanli-Kirikxanê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, şifêrê pîqaba ku karkerên cotkariyê vediguhast kontrol winda kir û qulipî refujê.

Li ser agahdayinê ekîbên tendirustî û polîsan hatin sewqkirin li cihê bûyerê. Birîndar ji teref ekîbên tendirustiyê ve li ser linga hatin tedawîkirin, birîndarek jî hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikxanê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)