AFP: Artêşa îsraîlê li hember tunebûnîyê ye

Ajansa Nûçeyê ya Fransayê AFP, nivîsand artêşa îşxalê ji ber ku li Xezzeyê zayîdên mezin digre û gelek leşkerên wî dimrin, lazimatîyan wan ji leşkeran re heye.

Ekleme: 21.06.2024 16:15:17 / Güncelleme: 21.06.2024 16:15:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî reqemên ku artêşa îşxalê parve dike, hejmarê leşkerên wan ên ku piştî operasyona 7ê Cotmehê ya HAMASê hatine kuştin derket 657an.

Di pevçûnan de 3 hezar û 835 leşkerên îşxalê jî birîndar bûne.

Di xeberê de bal hat kişandin ku ev reqem di çarçoveya herbê de “dibe ku reqemên biçûkbin feqet ji bo raya giştî ya îsraîlê ev reqemekî bilind e.”

Leşkerên îşxalê hefteya borî ji teref mucahîdan ve hatibûn xistin nav kemînekî, di wê kemînê de jî fermandarê Tabûra Îstîhkam a 601emîn, alîkarê wî û 8 leşker miribûn.

Sererkanê qaşo yê rejîma sîyonîstan Herzî Halevî di daxuyanîya xwe ya ku roja Yekşemê kiribû de lazimatîya leşkeran rast kiribû û gotibû ku bila Cihûyîyên Ultra Ortodoks (Haredîyan) jî ji leşkerîyê re bêne girtin.

Li rejîma îşxalker pîrek û zilam 3 sal mecbûrî leşkerîyê dikin. Haredîyan jî ger ku heta 26 salên xwe di Qursên Tewratê (Yeşîwa) de perwerdehîyê bibînin ji leşkerîyê muaf têne girtin.

Nêzê ji sedî 12 nifûsa rejîma îşxalkeran ku 9 milyon nifûsa wan heye Haredîne. (ÎLKHA)