Ermenîstan, Dewleta Filistînê nas kir

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ragihand ku Ermenîstan bi fermî Filistînê wek dewlet nas dike.

Ekleme: 21.06.2024 15:15:17 / Güncelleme: 21.06.2024 15:15:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Ermenîstan careke din dilsoziya xwe bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên wekhevî, serwerî û jiyana hevpar a aştiyane ya gelan piştrast dike û dewleta Filistînê nas dike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ermenistan alîgirê agirbesteke lezgîn û çareseriya du dewletî ya li Xezzeyê ye.

Gulana borî Spanya, Îrlanda û Norwêcê ragihandibûn ku wan bi fermî Filistîn nas kirine. (ÎLKHA)