Li Şerîaya Rojavayê zarokek ji teref îşxalkeran ve hat qetilkirin

Li bajara Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê, zarokeke 15 salî, ji teref hêzên îşxalker ve hat şehîdkirin.

Ekleme: 21.06.2024 11:30:18 / Güncelleme: 21.06.2024 11:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çapemenîya Fîlîstînê, diyar kir ku hêzên îşxalkeran li herêma “Sufîn” a bajara Kalkîlyayê êrîşan li dar xist.

Hat îfadekirin ku di dema êrîşa îşxalkeran de pevçûn jî çêbû.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê, daxuyand di encama êrîşa îşxalkeran de Naîm Abdullah Naim Samha ku 15 salî ye ji singa xwe birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewleta Kalkîlyayê canê xwe ji dest da û şehîd bû.

Hêzên îşxalker ev bû 9 meh e bi tevî êrîşên xwe yên li Xezzeyê li Şerîaya Rojava û Qudsê jî êrîşên xwe dijwartir kirîye, li Şerîaya Rojava û Qudsê cînayetan dike, xanîyan û binesazîya bajarê xera dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê bi tevî şehîdbûna Samha li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derketîye 135 jê zarok 550 kesan. (ÎLKHA)