Li Erebistana Siûdî hejmarê hecîyên ku wefat kirine hezarî derbas kir

Tê texmînkirin ku li Erebistana Siûdî di dema hecê de ji bi hezaran zêdetir hecî wefat kirine, ji 800an zêdetir mirov jî winda ne.

Ekleme: 21.06.2024 11:04:37 / Güncelleme: 21.06.2024 11:04:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nirxandina ku ji TASSê re hatîye kirin hejmarê mirîyên ku di dema hecê de wefat kirine hezarî derbas kirîye û piranîya wan jî welatîyên Misirê ne.

Rayedarên Misirê jî diyar kirin ku herî kêm 600 Misirî canê xwe ji dest dane, qasî ewqas Misirî jî hêj winda ne.

Hatibû daxuyandin ku herî kêm 550 hecî canê xwe ji dest dane.

Ji teref rayedarên Sûidî ve hêj tu daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin.

Xeyn ji vana hat ragihandin ku 23 welatîyên Tirkîyeyê jî di nav wan de ne.

Hat destnîşankirin ku piranîya wefatîyan Hecîyên ku bi vîzeya hecê nehatine ne.

Hat diyarkirin piranîya mirîyan ji ber tirsa ku ew ê rayedarên Sûidî wan biqefêlin û dersînor bikin çîmkî ew bi vîzeya Hecê nehatine di tesîsên bi klîmayê de nemane û di demên dirêj de din bin tavê de meşîyane û sekinîne.

Di dema Hecê de germahîya hewayê hema gihaştibû 52 dereceyan.

Hat ragihandin rayedarên Hîndistan, Endonezya, Urdin, Îran, Senegal, Tunis û Pakistanê jî diyarkirine welatîyên wan jî mirine. (ÎLKHA)