Wezîr Koca: 5 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 44 kes birîndar bûn

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, daxuyand di şewata ku li Dîyarbekirê derket de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.06.2024 09:40:18 / Güncelleme: 21.06.2024 09:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewata ku li navçeya Çinara Dîyarbekirê û navçeya Şemrexa Mêrdînê derket hat kontrolkirin.

Di encama şewatê de li Dîyarbekirê 3, li Mêrdînê 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek da û weha got:

“Li gundên Tobîn û Herberêya Çinara Dîyarbekirê û li gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê şewat derket û di wê şewatê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 44 kes jî ji şewatê tesîrdar bûn. Li Dîyarbekirê 3, li Mêrdînê jî 2 canên me mirine. Ji ber sedema bûyerê 35 ambûlans û 7 tîmên UMKEyê hatin wezîfedarkirin. Ez ji mirovên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo birîndaran jî daxwazîyên xwe yên derbasbûnê dikim.” (ÎLKHA)