Bakirîyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Heniyeyê re hevdîtin kir

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Bakirî li Dohaya paytexta Qeterê bi Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyyeyê re hevdîtin kir.

Ekleme: 20.06.2024 17:15:19 / Güncelleme: 20.06.2024 17:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de Bakirî berxwedan û gelê Filistînê nirxand û behsa hewldanên dîplomatîk ên Îranê ji bo piştevanîkirina ji berxwedanê di warên dualî û piralî de kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Bakirî got, "Divê hemû şiyanên ku siyonîstan berdêla êrîş û cinayetên ku kirine bidin, bên bikaranîn û berxwedan tenê bi berxwedana çekdarî ya li dijî îşxalkeran neyê sînordarkirin. Berxwedana hiqûqî ya li derveyî Filistînê, berxwedana siyasî û berxwedana di qada dîplomasiya giştî de, li gel berxwedana çekdarî ya li hundir, divê îrade û mafê gelê Filistînê nîşan bide."

Heniye spasiya Îranê ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê û berxwedana wan kir û diyar kir ku gelê Filistînê tevî cinayetên hovane û jenosîd ên rejîma sîyonîst li dijî gelê Filistînê li Xezzeyê li ser sekinîna xwe ya bi hêz û xurt berdewam e.

Heniye tekez kir ku artêşa îşxalker piştî 9 mehan ji destdirêjiya leşkerî û jenosîda li dijî gelê Xezzeyê negihîştiye armancên xwe.

Heniyye di ravekirina helwesta xwe ya li ser plana siyasî ya ku ji bo agirbesta li Xezzeyê hat pêşkêşkirin, destnîşan kir ku HAMAS pêşwaziyê li her pêşnûmeya ku hemû daxwazên gelê Filistînê pêk bîne, dike. (ÎLKHA)