Rêxistinên alîkariyê yên bira li Kenyayê bûn hêviya mezlûman

Yetîm Elî ya Ewrûpayê û IHO EBRARê ku di Eyda Qurbanê de ji bo goştê heywanên serjêkirî teslîmî malbatên muxtac bikin çûn Kenyayê, bûn deriyê hêviyê ji hezaran mirovên mazlûm re.

Ekleme: 20.06.2024 16:55:17 / Güncelleme: 20.06.2024 16:55:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di teşkîlata Qurbanê ya 2024an de, Yetîm Elî ya Ewrûpayê, ÎHO EBRAR, Kerwana Hêvîyê û Weqfa Êtîman bi hev re gihandina goştê heywanên qurbanan ji malbatên hewcedar re berdewam dikin.

Di çarçoveya xebatên ku tên kirin de Yetîm Elî ya Ewrûpayê û IHO EBRAR çûn Kenyayê û goştê serjêkirî, carna li cihên belavkirinê û carna jî bi gihandina navnîşanan didin malbatên hewcedar.

Yetîm Elî ya Ewrûpayê û IHO EBRAR ku ji roja ewil a eydê heta niha bênavber xebatên xwe didomînin, bi piştgiriya xêrxwazan armanc dikin ku xwe bigihînin temaşevanên berfireh. (ÎLKHA)