Hereketa Tevgera Ensarullahê wek berteka li hember êrişên rejîma îşxalker a sîyonîst ser Xezzeyê, li deryaya Sor amanckirina keştiyan didomîne.
Di dema ku li Xezzeyê bi desteka Emerîka ya îşxalker û hin welatên rojava qirkirin dewam dike, Hereketa Ensarullah a Yemenê li Behra Sor keştiyeke Yewnanîstanê teqand.
Berdevkê baskê çekdar ê Hereketa Ensarullah Yahya Serî dîmenên dema ku keştiya bi navê Tutor a Yewnanîstanê ya bi ala Lîberya ye li Deryaya Sor hat lêdan belav kir û got ku ew ê di pêşerojê de êrîşên din pêk bînin. (ÎLKHA)