33 Filistînîyên ku ji teref rejîma îşxalê hatibûn desteserkirin û îşkencekirin, rizgar bûn

33 êsîrên Filistînî kû ji teref îsraîlê rejîma terorê hatibûn desteserkirin û îşkenceyên cûrbicur li wan hatibû kirin îro rizgar bûn.

Ekleme: 20.06.2024 14:35:20 / Güncelleme: 20.06.2024 14:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalê ya sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Şerîda Xezzeyê didomîne, tevî van êrîşên giştik îro danê sibê bûyerek nû qewimî. Arteşa îşxalê ya ku ji 7ê Cotmehê vir ve êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, 33 Filistînîyên ku di dema êrîşan de desteser kiribû berda.

Filistînîyên ku li rojhilata Dêr el-Belahê hatibûn berdan, gihaştin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.

Li nexweşxaneyê hat dîtin ku laşên êsîran zeîf ketiye û di laşên wan de nîşanên îşkenceyan hene. (ÎLKHA)