Rejîma sîyonîst cardin sîvîlan hedef girt: 11 şehîd, 25 birîndar

Rejîma îşxalker a sîyonîst bajara Refahê hedef girt, di encama êrîşê de 11 kes şehîd bûn, 25 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.06.2024 10:45:18 / Güncelleme: 20.06.2024 10:45:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker ku li dijî Xezzeyê êrîşên xwe didomînin, li Refahê sîvîlan hedef girt.

Li gorî diyarîyên ku bûyerê dîtine, balafirên rejîma îşxalker, li ser Ceddeya Selahaddînê sîvîlan hedef girt.

Di encama êrîşê de herî kêm 11 kes şehîd bûne, 25 kes jî birîndar bûne.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Ewrûpayê re hatin rakirin.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ev bû 258 roj e li Xezzeyê  qetlîam û qirkirinê dike.

Heta niha di êrîşên terorîstan de 37 hezar û 396 kes şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî derket 85 hezar û 523 kesan. (ÎLKHA)