Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 12 mirî

Li wîlayetên Benue û Kadunaya Nîjeryayê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 20.06.2024 10:25:18 / Güncelleme: 20.06.2024 10:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşa herî dawîn li herêma Katsina-Ala ya ku girêdayê wîlayeta Benueyê ye pêk hat. Komeke çekdar ku hêj nasnameyê wan nehat hînbûn, bi çekan êrîş li dar xistin, di encama wê êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Parlamenterê Herêma Katsina-Alayê Jonathan Agbidye, îfade kir ku di êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku gelek kes jî di êrîşêde hatine revandin û bal hat kişandin ku mirovên çekdar xwarin û zexîreyên xelkê jî dizîne.

Li welat cezaya revandina însanan îdam e lê dîsa jî pirî caran ji bo fîdyeyê revandin çêdibin.

Mirovên çekdar, piranî êrîşî gundên alîyê bakur dikin, dibistan û rêwîyan hedef digrin. (ÎLKHA)