Li Şerîaya Rojava û li Qudsê 90 Filistînî hatin desteserkirin

Hat ragihandin rejîma siyonist û terorîst li Şerîaya Rojava û li Qudsê 90 Filistînîyan desteser kir.

Ekleme: 19.06.2024 16:35:20 / Güncelleme: 19.06.2024 16:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, siyonistên terorîst wek berê zext û zordarîyên xwe yên li ser axên îşxalkirî bê navber domand û di serdegirtinên  ku di îdê de hatin kirin de li Şerîaya Rojava û li Qudsê 90 Filistînî hatin desteserkirin.(ÎLKHA)