Li Amerîkayê ji ber şewatên daristanan rewşa awarte hat îlankirin

Hat ragihandin li Amerîkayê ji ber şewatên daristanê yên ku li parêzgeha New Mexîcoyê rewşa awarte hat îlankirin.

Ekleme: 19.06.2024 16:30:05 / Güncelleme: 19.06.2024 16:30:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber şewatên daristanê li herêmê heta niha 7 hezar û 800 malên xwe terk kirin.

Walîyê New Mexîcoyê Michelle Lujan Grisham derbarê şewatên ku li herêmeke berfireh belav bûne de destnîşan kir, ji ber şewatan li herêmê rewşa awarte hatiye îlankirin.

Michelle Lujan Grisham di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir heta niha zêdetirî 500 malan zirar dîtine û kesek canê xwe ji dest daye.(ÎLKHA)