Karwana Hêvîyê li Efxanistanê ji bo bi hezaran kesên mezlûm bû hêvî

Weqfa Karwana Hêvîyê ya ku li nava welêt û derveyî welêt xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne vê eydê li Efxanistanê xebatên qurbanê da destpêkirin û ji bo bi hezaran kesên mezlûm bû hêvî.

Ekleme: 19.06.2024 13:15:05 / Güncelleme: 19.06.2024 13:15:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi xebat û organîzasyonên ku li çar alîyên Efxanistanê ji teref Weqfa Karwana Hêvîyê ve hat kirin bi sedan heywanên ku ji bo qurbanê hatibûn amadekirin hatin serjêkirin û piştî ku goştê wan hat hûrkirin re ji kesên feqîr re hatin belavkirin.

Alîkarê Serokê  Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elîbuyuk derbarê xebatên qurbanê yên ku ji teref Weqfa Karwana Hêvîyê ve li Efxanistanê tên kirin de daxuyanîyekê da û got: “Em a niha li gundê Aktepeya girêdayê Kalîzana navçeya Qunduzê ne. Ev der gundekî Tirkmenan e.  Ev der yek ji wan herêman e ku him di îşxala Amerîkayîyan û him jî di îşxala Rûsîyan de herî zêde zirar dîtiye.  Milletê vê derê milleteke bi rûmet û bi şeref e. Bi rastî jî dema ku em li vê derê goştê qurbanan ji wan  re belav dikin em bi xwe mahcûb dibin. Xweda nesîb bike ew ê xebatên me yên li vê derê berdewam bikin.”(ÎLKHA)