Li Xazzeyê nexweş ji ber kêmbûna dermanan şehîd dikevin

Hat ragihandin li Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye û lê bê navber qetlîam tê kirin nexweş û birîndar ji ber kêmbûna dermanan yek bi yek şehîd dikevin.

Ekleme: 19.06.2024 11:35:04 / Güncelleme: 19.06.2024 11:35:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Merwan el-Hemsê Koordînatorê Nexweşxaneyên Sahrayê yên li Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

El-Hemse di daxuyanîyaku belav kir de destnîşan kir, rewşa li Xazzeyê di warê tenduristîyê de gihaştiye asta felaketê û ji ber ku rejîma siyonist a terorîst nexwşexaneyan hedef digrin rewş xirabtir û nebaştir dibe.

El-Hemse di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li nexweşxaneyan êdî ji kesên nexweş û birîndar re cî nemaye û ji ber kêmbûna dermanan şehîd dikevin.(ÎLKHA)