Li Dîyarbekirê nêzî 40 dekar zeviyên çandiniyê şewitîn

Şewata ku danê nîvro li navçeya Çinarê ya Dîyarbekirê dest pê kir, ji aliyê gundîyan ve bi hewldana xwe hat kontrolkirin, lê nêzî 40 dekar zevîya genim a çandiniyê şewitî.

Ekleme: 18.06.2024 18:15:20 / Güncelleme: 18.06.2024 18:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Gundö Qurm a navçeya Çinarê di derdora seat 11.30an de di zeviya genim de şewat derket; nêzîkî 40 donim erd bi tevahî şewitîn, her wiha biçereki jî şewitî.

Şewata ku tê texmînkirin ji ber bîçerê derketîye, bi tesîra bayê di demeke kurt de berfireh û bela bûye.

Şewata ku derdorê wî bi kedeke mezin ji teref gundîyan ve hatibû dorpêçkirin, bi zehmetî jî hat vemirandin. Lê belê keda gundiyan a bi salane bû wek xwelîyê.

Hat ragihandin ku gundî ji ber ku ekîbên îtfaiyê piştî ku şewat hat kontrolkirin hatine bertek nîşanî dan û cendirmeyan jî ji bo gelemşe dernekevin tedbîr girtin. (ÎLKHA)