Wesayît û mînîbus li hev qelibîn: 15 birîndar

Li Malkara navçeya Tekîrdaxê mînîbusa rêwiyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 15 kes birîndar bûn.

Ekleme: 18.06.2024 17:45:05 / Güncelleme: 18.06.2024 17:45:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Taxa Hereke ya navçeya Malkara qewimiye.

Di qezaya ku di encama lihevketina mînîbusa rêwiyan û otomobîlekê de pêk hat de 15 kes birîndar bûn.

Li ser xewberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û cenderme hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)