Emrîqa û Îngilistana îşxalker li dijî Yemenê êrîşa asîmanî kirin

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Emrîqaya îşxalker û Îngilîstana emperyalîst 10 êrîşên hewayî birin ser Yemenê.

Ekleme: 18.06.2024 15:09:37 / Güncelleme: 18.06.2024 15:09:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tevgera Ensarullahê ragihand ku balafirên şer ên Emrîqa û Îngilîstanê 10 êrîşên esmanî birin ser bajarê Hudeyde yê li rojavayê Yemenê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Balafirgeha Navneteweyî ya Hudeydê di 6 êrîşên hewayî de hatiye hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku li Girava Kamarana Yemenê ya li Behra Sor 4 êrîşên hewayî hatin kirin.

Derheqê encama êrîşê de tu agahîyek nehat bidestxistin.

Derheqê meseleyê de ji teref Emrîqa û Îngilistanê ve tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Tevgera Ensarullah di daxuyaniya xwe ya doh belav kiribû de ragihandibû ku wan li Behra Sor û Behra Ummanê bi mûşek û firokeyên bêmirov li 2 keştiyan û herwiha keşgereke Emrîqayê xistine. (ÎLKHA)