Pûtîn piştî 24 salan diçe Koreya Bakur

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser daweti rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un ew ê îro bi serdaneke fermî serdana Pyongyangê bike.

Ekleme: 18.06.2024 14:40:21 / Güncelleme: 18.06.2024 14:40:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Servîsa Çapemenîyê ya Kremlînê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Serok Pûtîn wê biçe Komarîya Xelk a Demokratîk ya Koreyê.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Li ser banga Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê di navbera 18-19ê Hezîranê de ji bo serdana dewleta dost a Koreya Demokratîk pêk bîne."

Serdana herî dawî ya Pûtîn bo Koreya Bakur di sala 2000 de bû.

Sala borî, di payîzê de, rêberê niha yê Koreya Bakur Kim Jong-un serdana Rûsyayê kiribû û serdana fermî jî di navbera 12-17 Îlonê de pêk hatibû. (ÎLKHA)