Komeleya Girtiyên Filistînî: Îşxalkeran ji 7ê Cotmehê û vir ve li Şerîeya Rojava 640 zarok desteser kirin

Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker a siyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve li Şerîeya Rojava ya îşxalkirî 640 zarokam desteser û îşkence kirine.

Ekleme: 18.06.2024 13:40:22 / Güncelleme: 18.06.2024 13:40:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komeleya Girtiyên Filistînê ragihand ku rejîma sîyonîst piştî destpêkirina êrişên xwe li ser Xezzeyê herî kêm 640 zarokan desteser kirîye, hinek ji van zarokan serbest hatin berdan û hinekên din jî hêna di girtîgehê de ne.

Hate îfadekirin ku nêzî 250 zarok di zindanan de îşkence dîtine.

Hate destnîşankirin ku îşxalkeran li Ramallahê zarokekî 7 salî desteser kirin, zarok rastî lêdanê hat û bi zanebûn ji mala xwe dûr hiştin. (ÎLKHA)