Rejîma îşxalker di roja eydê de jî qetlîamên xwe berdewam kir: 6 jê zarok 15 şehîd

Rejîma sîyonîst a îşxalker, êrîşî El-Bureyc, Refah û Xan Yunisê kir, di encamê de 6 jê zarok 15 Fîlîstînî şehîd bûn.

Ekleme: 17.06.2024 13:30:19 / Güncelleme: 17.06.2024 13:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker li Xezzeyê qetlîam û qirkirinên xwe didomîne.

Îşxalkeran, li herêma El-Bureycê mala malbatên El-Xetîp û En-Neccarê bombe kir.

Di êrîşê de 6 jê zarok 9 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li dijî Refah û Xan Yunisê hat lidarxistin de jî herî kêm 3 Fîlîstînî şehîd bûn.

Li gorî WAFAyê îşxalkeran Taxa Şêx Ridwanê malekî bombe kir, di encama wê êrîşê de jî 1 jê pîrek 3 kes şehîd bûn. Hat îfadekirin gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên ku li dijî Taxa Zeytûnê hat lidarxistin de jî di malan de şewat derket, di êrîşên ÎHAyê de jî 3 Fîlîstînî şehîd bûn.

Di encama êrîşa ku li dijî Xezzeyê hat lidarxistin de ku ji 7ê Cotmehê vir ve tê kirin heta niha 37 hezar û 337 kesan şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî derket 85 hezar û 299 kesan. (ÎLKHA)