Rejîma sîyonîst li sîvîlan xist: Yek jê pitik 14 şehîd

Rejîma îşxalker ku li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne, li bakurê Xezzeyê di êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan de yek jê pitik 14 Fîlîstînîyan şehîd kir.

Ekleme: 15.06.2024 12:05:21 / Güncelleme: 15.06.2024 12:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Îşxalkeran, li bakurê Xezzeyê êrîşî 3 malan kir.

Di encama êrîşê de yek jê pitik 14 kesên ku di navbera wan de zarok û pîrek jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar, ji Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê re hatin sewqkirin.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ev bû 253 roj e li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Di encama êrîşan de heta niha 37 hezar û 266 kes birîndar bûn.

Hejmarê mirovên birîndaran jî gihaşt 85 hezar û 102 kesan. (ÎLKHA)