Li Şîlîyê bahoz û lehî: 1 mirî

Ji ber bahoza dijwar a ku tevahiya hefteyê bandor li Şîliyê kir, kuçe û kolan di bin avê de man, herî kêm 2 hezar û 300 xanî xera bûn, 1 kes jiyana xwe ji dest da.

Ekleme: 14.06.2024 18:05:18 / Güncelleme: 14.06.2024 18:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Bîo Bîo ya li başûrê paytext Santiagoyê di şimitîna axê de bi dehan xanî hilweşiyan û bajarê Curanilahûe bi temamî di bin avê de ma.

Wezareta Perwerdehiyê ya Şîliyê ragihand ku dersan vê hefteyê li 7 ji 16 herêmên Şîliyê hatine rawestandin.

Rayedaran Santiago û 7 herêm weke herêma felaketê hat îlankirin.

Rayedarên herêmê ragihandin ku 2 hezar û 300 xanî xera bûne, 4 hezar û 300 kes bê mal mane, 60 hezar xaniyan jî elektrîk qut bûye.

Ji ber bayê xurt dar li ser traktorê ket û kesek mir. (ÎLKHA)