Li Dîyarbekirê pîreka ku otobûs lê qelibî canê xwe ji dest da

Li Dîyarbekirê pîreka ku di rê de derbasî alîyê dinê dibû otobûsa şaredarîyê lê qelibî û canê xwe ji dest da.

Ekleme: 14.06.2024 14:45:19 / Güncelleme: 14.06.2024 14:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên êvarê li navçeya Rezan pêk hat.

Li gorî îddîayan H.P.ya ku ji bo bazarê di rê de derbasî alîyê dinê dibû otobûsa şaredarîyê li qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Lê ekîbên tenduristîyê diyar kirin ku pîrek canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku cenaze ji Sazîya Tip a Edlî re hat sewqkirin û şofêr jî hat binçavkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)