HAMAS: Divê rejîma îşxalker li ser agirbestê helwesteke zelal nîşan bide

Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) diyar kir ku heke rejîma îşxalker a siyonîst helwesteke zelal nîşan bide û rêvebiriya Waşîngtonê bi awayekî çêker tevbigere, dibe ku lihevkirin çêbibe.

Ekleme: 14.06.2024 14:35:17 / Güncelleme: 14.06.2024 14:35:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yek ji rêveberên HAMASê Usame Hamdan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo ku hereket agirbestê qebûl bike divê îşxalker helwesteke zelal nîşan bidin.

Hemdan got: “Gotinên Anthony Blînkenê Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê ku dibêje rejîma îşxalker a siyonîst pêşniyara vê dawiyê pejirandiye têrê nake heya ku ji rayedarên bi navê îşxalkeran neyê.

Hamdan di hevpeyvîna xwe ya ligel CNNê de diyar kir ku divê şert û mercên tevgerê bên qebûlkirin da ku dagirker ji Zîvala Gazayê vekişin, Filistîniyan bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin, şer bi dawî bibe û dorpêç were rakirin.

Hamdan herwiha tekez kir, ku eger Washington bi erênî tevbigere, dibe ku rêkeftin were kirin û amaje bi wê yekê jî kir, ku divê Emerîka rêjîma îşxalker razî bike ku agirbesteke hertimî di çarçoveya rêkeftinê de qebûl bike.

Hemdan destnîşan kir ku operasyona 7ê cotmehê bertekeke li hemberî îşxalkeran e û ji ber wê jî rejîma siyonîst berpirsê çarenûsa girtiyan e û got: "Tu kes nizane çend girtî sax in." (ÎLKHA)