Hîzbullah, baregehên li Girên Golanê yên rejîma sîyonîst hedef girt

Hîzbullahê, daxuyand ku ew bi balafirên bêînsan yê hewayê gelek baregehên rejîma sîyonîst ku di nav de Tûgaya Bi Zirx a 7emîn ku li Girê Golanê ye hedef girtine û hedefên wan îsabet girtine.

Ekleme: 14.06.2024 09:45:18 / Güncelleme: 14.06.2024 09:45:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hîzbullahê Libnanê, li ser Telegramê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew ji bona ku ji berxwedana li Xezzeyê re destekê bidin û ji sûîqesta ku di axên Libnanê de hatîye tertîpkirin re bersivê bidin, çend operasyonan li dar xistine.

Hîzbullah, bi balafirên bêînsan yê hewayê, roket û fuzeyên Qatyûşa û El-Felakê 6 heb leşkergeh û herêmên leşkerî hedef girtine.

Çavkanîyên herêmî, diyar kir ku ÎHAyên aîdê Hîzbullahê li dijî leşkergerha Tûgaya Bi Zirx a 7emîn û kampekî leşkerî hedef girtine.

Hat diyarkirin ku bi fuzeyên Qatyûşa û çend fûzeyên dinê li Girên Golan û Celîleya Jorîn 15 cîhên leşkerî hedef girtine.

Hat destnîşankirin di vê operasyonê de 30 ÎHA, 150 heb jî roket û fuze hatine avêtin. (ÎLKHA)