Li Rihayê 2 erebe li hev qelibîn: 1 mirî, 2 birîndar

Di encama qezaya ku li Rihayê di navbera panêlvan û pîkap de pêk hat kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.06.2024 18:10:11 / Güncelleme: 13.06.2024 18:10:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza di 26emîn kîlometreya rêya Riha-Diyarbekirê de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ajokarê mînîbusa bi plaqeya 06 ACL 950 Î.K. (39)û ji paş ve li kamyoneta bi plaqeya 63 EG 801 a di bin kontrola M.C.B. (51) de bû qelibî.

Li ser agahiya kesên derdor di demeke kin de îtfaiye hatin cihê bûyerê û ajokar Î.K., M.C.B yên ku di wesayîtê de asê mabûn û M.V (25) ku rêwiyê mînîbus bû derxistin û teslîmî ekîbên tenduristiyê kirin.

Hat tesbîtkirin ku M.V (25) ku di mînîbusê de rêwî bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Birîndar ji teref ekîbên tendirustiyê ve hat rakirin nexweşxaneyê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)