Maldîvan ji bo Filistînê di nav 15 seetan de 650 hezar dolar berhev kir

Maldîvan di kampanyaya alîkariyê ya ji bo Filistînê de 650 hezar dolar kom kir.

Ekleme: 13.06.2024 17:30:23 / Güncelleme: 13.06.2024 17:30:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kampanyaya alîkariyê ya ku ji aliyê Medyaya Servîsa Giştî (PSM) ve bi talîmata Serokê Maldîvanê Muhemmed Muîzzu ve hat organîzekirin 15 saetan dewam kir.

Di dawiya kampanyayê de, bi qasî 10 mîlyon rufiyayên Maldîvî (nêzîkî 650 hezar dolarên Amerîkî) hatin komkirin.

PSMê diyar kir ku wan tam 9 milyon û 390 hezar û 647 rufiye û 31 hezar û 732 dolar alîkarî ji gelek sazî û dezgehên aborî yên giştî, saziyên hikûmetê, dibistan, şîrket û kesan wergirtine.

Alîkariyên hatine berhevkirin wê radestî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) were kirin.

Mohemmed Muîzzuyê Serokê Maldîvan ku welatekî giravê li Asyaya Başûre, qerar da ku di destpêka vê mehê de ketina hemwelatiyên rejîma îşxalker qedexe bike. (ÎLKHA)