Ji UNRWAyê hişyarî li hember rîskên derdor û tenduristiyê yên li Xezzeyê

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Koçberên Filistînî (UNRWA) li ser rîskên wêranker ên derdor û tenduristiyê yên li Şerîda Xezzeyê hişyarî da.

Ekleme: 13.06.2024 16:05:19 / Güncelleme: 13.06.2024 16:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

UNRWAyê li ser platforma xwe ya "X"ê got ku "zêdetirî 330 hezar ton çop li wargehên li Şerîda Xezzeyê kom bûne û ev rewş ji bo derdor û tenduristiyê metirsiyên wêranker çêdike."

Ajansê tekez kir ku "gihîştina bê asteng ji bo alîkariyên mirovî û agirbest ji bo vegerandina şert û mercên jiyanê yên mirovî li Xezzeyê azayê girîng in".

Artêşa îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li ser Şerîda Gazzeyê didomîne û di encamê de zêdetirî 37 hezar û 202 kes hatin qetilkirin û 84 hezar û 932 kes jî birîndar bûn, bi hezaran kes jî di bin xirbeyan de man. (ÎLKHA)



Etiketler: