Li Xezzeyê di roja 251emîna qirkirinê de êrîş didomin: şehîd û birîndar hene

Êrîşa îşxalkerîyê ya li ser Xezzeyê ket roja xwe ya 251emîn, di bomberdûmanên nêzî Bendera Xezzeyê de 1 kes şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.06.2024 15:25:18 / Güncelleme: 13.06.2024 15:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Medyaya herêmî ragihand ku firokeyeke bê firokevan a îşxalker komek Filistîniyan li Kolana El-Reşîda li nêzîkî Bendera Xezzeyê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de kesek şehîd bûye û 2 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve hate destnîşankirin ku topxaneyên îşxalkeriyê kolana El-Sîka ya Taxa El-Zeytûn a dikeve başûrrojhilatê bajarê Xezzeyê bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku îşxalkeran derdora santrala elektrîkê ya li bakurê kampa Nûseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê jî bombebaran kirin.

Êrîşên îşxlakeran di roja 251emîn de berdewam dikin, bi tankan herêma rojavayê bajarê Refahê topbaran kirin. Di heman demê de helîkopterên Apaçî û keştiyên îşxalker heman herêmê gulebaran kirin û malên derdorê teqandin.

Hat destnîşankirin ku di encama hedefgirtina maleke malbata El-Luh a li kampa Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezzeyê de, ekîbên tenduristiyê gihaştine cenazeyên 3 şehîdan û gelek birîndaran ku piraniya wan zarok bûn, dîtin.

Topxaneyên sîyonîstên îşxalker li bakurê rojavayê kampa Nûseyratê û li herêma El-Muxraqa li navenda Xezzeyê malên welatiyan dan ber topan.

Li taxên Şûcaiye û Zeytûnê yên bajarê Xezzeyê, balafirên keşfê yên bêmirov ên leşkerî yên quadkopter gule li malên welatiyan reşandin.

Wesayîtên îşxalkeriyê yên ku li eksena “Netzarîm” bi cih bûne, bi roketan êrîşî taxên El-Zeytûn, El-Sebra, Tel El-Hava û Şêx Eclin ên Xezzeyê kirin.

Artêşa îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li ser Şerîda Xezeyê didomîne û di encamê de zêdetirî 37 hezar û 202 kes hatin qetilkirin û 84 hezar û 932 kes jî birîndar bûn, bi hezaran kes jî di bin xirbeyan de man e. (ÎLKHA)