Li 16 bajaran li dijî PKKê operasyon: 58 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, daxuyand ku li 16 bajaran li dijî PKKê operasyon li dar xistine, di encama operasyonan de 58 kes hatine binçavkirin.

Ekleme: 13.06.2024 09:40:20 / Güncelleme: 13.06.2024 09:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li bajarên; Edene, Entelya, Êlih, Dîyarbekir, Xarpêt, Entap, Colemêrg, Îzmîr, Stenbol, Karaman, Mêrsîn, Mûş, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê li dijî PKKê operasyona Bozdogan-42 li dar xistine.

Yerlîkaya îfade kir ku di encama operasyonan de tivingên bêrihset û gelek amûrên rêxistinê hatine bidestxistin. (ÎLKHA)