Di şewata avahîya li Kuweytê de hejmarê mirîyan derket 49an

Li herêma Mangafa Kuweytê di avahîyeke 6 qatî de ku karkerên biyanî di nav de diman şewat derketibû û di encama wê şewatê de hejmarê mirîyan derket 49 kesan.

Ekleme: 13.06.2024 09:25:18 / Güncelleme: 13.06.2024 09:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Hindir yê Kuweytê, daxuyand ku di encama bûyerê de hejmarê mirîyan derket 49 kesan.

Wezareta Karên Hindir, emir da ku bila xwedîyê fîrmaya ku karker li wê derê dixebitîyan bê binçavkirin.

Serfîrtîya Hîndistanê, daxuyand ku ji nexweşxaneyekê tenê re ji 30yan zêdetir welatîyên Hîndistanê hatine sewqkirin, herî kêm 47 karkerên Hîndî di nexweşxaneyan de tedawîyê dibînin.

Tê îdîakirin ku piranîya mirîyan jî welatîyên Hîndistanê bûne. (ÎLKHA)