Li Kongoyê kelek bin av bû: 80 mirî

Li wîlayeta Mai-Ndombeya Komarîya Demokratîk a Kongoyê kelekek bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de ji 271 rêwîyan 80ê wan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 13.06.2024 09:15:19 / Güncelleme: 13.06.2024 09:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokkomarê Komarîya Demokratîk a Kongoyê Felix Tshisekedi, daxuyand ku kelek li ser Çemê Kwayê ji ber ku motorê wê xera bû bin av bû, di encamê de 80 rêwî canê xwe ji dest dan.

Keleka ku ji ser Çemê Kwayê diçû bajaroka Lebidayê ji ber ku motorê wê xera bû li peravê qelibî û bin av bû.

Hat destnîşankirin ku di encamê de 100 rêwî hatin xelaskirin, ji bo 86 kesên winda jî xebat didomin. (ÎLKHA)