Li Çeneqele û Mûxlayê di daristanê de şewat

Ji bo şewata ku li qadên daristanê yên li navçeyên Eceabat ên Çeneqeleyê û Mîlasa Mûxlayê derketibû bê vemirandin xebat didomin.

Ekleme: 12.06.2024 17:45:22 / Güncelleme: 12.06.2024 17:45:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li nêzî gundê Kumkoy ê Eceabatê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Wesayîtên hewayî û bejayî ji teref Midûriyeta Daristanan a Herêma Çeneqeleyê ve li herêmê hat sewqkirin.

Li Mîlasa navçeya Mûxlayê ji ber sedemeke ku nayê zanîn li qada daristanî şewat derket. Wesayîtên hewayî û bejayî yên Midûriyeta Herêma Daristanê ya Mûxlayê li herêmê hat sewqkirin.

Ekîb ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)