Li Xezzeyê di roja 250emîna qirkirinê de zêdetirî 14 kes hatin qetlkirin

Êrîşa îşxalkerîyê ya li ser Xezzeyê ket roja xwe ya 250’emîn, di bomberdûmanên tevahiya rojê de herî kêm 14 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.06.2024 16:05:22 / Güncelleme: 12.06.2024 16:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşên ku di roja 250emîn a dagirkeriyê de berdewam dikin de bi dehan şehîd û birîndar li pey xwe hiştin û mal, tesîsên aborî û binesaziya welatiyan bi giştî wêran bûn.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, di encama bombebarana balafirên îşxalê de li maleke malbata Ezzam a li nêzî Mizgefta El-Ebrar a li taxa El-Zeytûn a dikeve başûrrojhilatê bajarê Xezzeyê, 6 kes şehîd bûne.

Îro danê sibê li taxa Şucaîye ya li rojhilatê Xezzeyê, di encama bombebarana mûşekî ya li ser maleke malbata El-Feyûmî de, 7 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha di êrîşa bombeyî ya li ser maleke li taxa El Nasr a li bakurê bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezzeyê de zarokek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di encama topbarana îşxalê de li navend û rojavayê Refahê devereke berfireh bomberdûman kiriye, şehîd û birîndar hene ku hejmara wan ne diyar e.

Di dema ku balefirên şer ên îşxalê navenda bajarê Xezzeyê hedef girtin, topxaneyên bakurê Nuseyratê, derdora kampa nû ya başûrê rojhilatê kampa Megazî ya li navenda Xezzeyê û herêmên rojhilatê bajarê Xan Yûnisê kirin hedef.

Topxaneyên artêşa îşxalker her wiha herêma Xirbet El Adas, Kampa El Şebûra, Kampa Yabna û Taxa Tel El Sultan a bajarê Refahê ya li başûrê Xezzeyê bombebaran kirin. (ÎLKHA)