Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê hişyarî da ku ji ber kêmbûna sotemeniyê xizmetên krîtîk di ber sekinînê de ne

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku tenê tanka oksîjenê ya li navenda bajarê Xezzeyê û xizmetên diyalîzê ji ber nebûna sotemeniyê di talûkeya sekinînê de ne.

Ekleme: 12.06.2024 15:25:18 / Güncelleme: 12.06.2024 15:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ji ber kêmbûna sotemeniyê ya li navenda bajarê Xezzeyê hin hişyarî da.

Di daxuyaniya wezaretê de ev tişt hatin gotin:

"Yekane tanka oksîjenê ya li bajarê Xezzeyê, karûbarên diyalîzê ji ber nebûna sotemeniyê di talûkeya sekinînê de ne.

Nexweşxaneyên, navendên tenduristiyê û depoyên dermanan ên li bajêr jî ji ber nebûna sotemeniyê di ber sekinînê de ne.

Ambulansên mayî jî ji ber nebûna sotemeniyê di talûkeya sekinînê de ne." (ÎLKHA)