Li Qocaelîyê di febrîqeya paletan de şewat derket

Li Gebzeyê nevçeya Qocaelîyê di febrîqeya paletan de şewat derket, mudaxeleya ekîbên îtfaiyeyan berdewam e.

Ekleme: 12.06.2024 15:15:19 / Güncelleme: 12.06.2024 15:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, di febrîqeya ku li Balçika Gebzeyê de ye derket. Şewata ku di seet 13.30an de derket ji teref karkeran ve hat dîtin, bi agahdar kirina karkeran ekîbên îtfaiyeyê hat sewqkirin li cihê bûyerê.

Dûxanên ku ji febrîqeyê derdikevin ji her derê herêmê tê xuyakirin, gelek ekîbên îtfaiyeyê mudaxeleyî şewatê dikin. (ÎLKHA)