Li Dîyarbekirê di dawetê de agirbazî li ser xelkê ket: 5 birîndar

Li navçeya Farqîna Dîyarbekirê agirbazîya ku di dawetê de hat avêtin li ser serê xelkê ket xwarê, di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 12.06.2024 14:30:20 / Güncelleme: 12.06.2024 14:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gundê Fêraya Farqîna Dîyarbekirê di dema dawetê de agirbazî hat avêtin, wan agirbazîyên ku ji serê xanî hatin avêtin li ser serê xelkê ket.

Di encama qezayê de bi tevî zava L.B. 5 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Dema teqînê ji teref mirovekî ve hat kişandin. (ÎLKHA)