Sîyonîstên îşxalker, îşev li Şerîaya Rojavayê 6 Filistînî qetl kirin

Di êrîşên sîyonîstên îşxalker a ku li ser bajaroka Kafr Dana Cenînê kirin de hejmara şehîdan derket 6an.

Ekleme: 12.06.2024 11:45:17 / Güncelleme: 12.06.2024 11:45:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku di encama buleyên îşxalkeran a li bajaroka Kafr Danê 6 xort şehîd bûn, xortek jî birîndar bû ye.

Çapemenîya Filistînê ragihand ku,îşxalkeran berîya ku teqwiyeya leşkerî bişînin hezeke taybet a girêdayî artêşa îşxalê êrîş li bajarokê kirine û mala malbata Abed dorpêç kirine.

Çavkaniyên çapemenîyê ragihandin ku, di encama êrîşan de 2 xort şehîd bûne û hin kesan jî birîndar bûne.

Heyva Sor a Filistînê diyarkir ku, şehîdeke ku ji serê xwe gule xwaribû ji teref ekîbên wan hatiye neqlkiein nexweşxaneyê.

Wîssam Bekrê Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê, ragihand ku şehîd û birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê, birîndareke din jî hat rakirin Nexweşxaneya Îbnî Sînayê û rewşa wî krîtîk e.

Bekr got ku yek ji navê şehîdan Ehmed Muhemmed Samûdîyê ku ji bajarokê El Yamûnê rojavaya Cenînê ye û birê şehîdê zarok Mehmûd Samûdîye yê ku di sala 10 Cotmeha 2022an di êrîşa rajîma îşxalker de birîndar bûbû û dû re jî şehîd bûbû.

Bekr diyar kir ku şehîdên din ên bi navê Muhammed Hazza Marî yê ji bajarokê Kefr Dan, Eymen Ebû Fedala, Sakr Arif Abed (28), Mustafa Allam Merî (21) û Ehmed Mihemed Ubu Ubeyd (21) ji bajarokê Burkîn ê rojavayê Cenînê ne.

Çavkaniyan diyar kirin ku ciwanên di mala ku ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye bombekirin de şehîd bûne ev in: Sakr Arîf Abed, Mistefa Elem Merî û Ehmed Mihemed Ebû Ubeyd.

Her wiha diyar kir ku hêzên îşxalker nehiştin ambulans bigihêjin cihê birîndaran û gule li wan reşandin.

Ji aliyeke din ve di vîdyoyeke ku li ser torên civakî hatiye belavkirin de, tê dîtin ku hêzên îşxalker ciwanê Semûdî di dema ku birîndar bûye îdam dikin û li ser erdê daxwaza alîkariyê dikin. Di kamerayê de hat girtin ku ciwanê ku hat bihîstin dema birîndar bûye kelîmeya şehadetê xwendiye hatiye qetilkirin. (ÎLKHA)