Li Diyarbekirê operasyona PKKê: Serokê berê yê HDPê û 5 şikdar hatin girtin

6 şikdarên ku di nav wan de Şaredarê Erxenî yê berê yê HDPê Ahmet Kaya jî heye ku di operasyona li dijî PKK/KCKê ya Dîyarbekirê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Ekleme: 12.06.2024 10:45:16 / Güncelleme: 12.06.2024 10:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Serdozgerîya Komarê ve derbarê 7 şikdarên ku tê îdiakirin di teşkîlata Erxenî ya PKK/KCKê de cîh digirin lêpirsîn hat destpêkirin.

Di operasyona ku di vê çarçoveyê de hat kirin de Şaredara berê ya HDPê ya Erxenîyê Kaya jî di nav de 6 şikdar hatin girtin.

Şikdarên ku karên wan li midûriyeta polîsan bi dawî bûn ji teref Dadweriya Cezayê ya Asliyeyê ve bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ya çekdar" hatin girtin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê da xebatên ji bo girtina şikdarekî jî dewam dikin. (ÎLKHA)