Usame Hamdan: Yek ji wan astengîyên li ber lihevkirinê Blînken bi xwe ye

Endamê Buroya Sîyasî yê HAMASê  Usame Hamdan derbarê pêşnîyarên agirbestê de destnîşan kir, ew bi şiklekî misbet û li wan fikrên derheqê pêşnîyarên agirbestê de mêze dikin.

Ekleme: 11.06.2024 16:50:14 / Güncelleme: 11.06.2024 16:50:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hamdan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew agirbesteke mayînde teleb dikin  û wiha got: “Em ji bo lihevkirina adil a di warê pevguhartina êsîran de amade ne. Me agibesteke mayînde teleb kir û em ji bo pevguhertineke adil a di warê êsîran de amade ne. Qerara Konseya Ewlehîyê digel tememê kêmasîyan teyît dike ku  pevçûn temametî bên sekinandin û rejîma îşxalê ji Xazzeyê vekişe. Divê bê zanîn yek ji wan astengîyên li ber lihevkirinê Blînken bi xwe ye. Lewra ew li gor daxwazên îsraîl hereket dike.”(ÎLKHA)