Li Şerîaya Rojava û Qudsê grêva giştî

Filistînîyên li Şerîaya Rojava û Qudsê ya di bin îşxalê de ye, ji ber ku duh di Ramallahê 4 xortên Filistînî hat şehîdkirin grêva giştî pêk tînin.

Ekleme: 11.06.2024 15:05:17 / Güncelleme: 11.06.2024 15:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Filistîniyên li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê ya ku di bin îşxalê de ne wek berteka şehadeta 4 ciwanên filistînî li bejahiya Ramallahê ji aliyê siyonîstên îşxalker ve derabeyên xwe girtin.

Dikanên ku di nav wan de yên li Bajarê Kevin ê dîrokî yê Qudsê jî hene derebeyên xwe venekirin.

Hat diyarkirin ku li Şerîeya Rojava kuçe û kolan vala bûne û dikan û hemû dezgehên bazirganiyê hatine girtin.

Di êrîşa îşxalkeran a duh bi şev a li ser gundekî bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava de 4 Filistînî şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.

Ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir va heta niha 537 Filistînî di êrîşên eskerên îşxalker û siyonîstên ku axa Filistîniyan li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî desteser kirine şehîd bûne. (ÎLKHA)