Serekşêwirmendê Serokomar Kiliç: Encama ku ji deng dan a agirbestê derketiye têrker e

Akif Çagatay Kiliçê Serokşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Serokomariyê wiha got, "Encama dengdana 'agirbestê' ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî her çendî dereng be jî têrker e."

Ekleme: 11.06.2024 13:40:18 / Güncelleme: 11.06.2024 13:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Akif Çagatay Kiliçê Serokşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Serokomariyê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, qebûlkirina pêşnûmeya qerarnameya 3 qonax a ku ji aliyê Serokê Emerîkayê Joe Biden ve hat ragihandin û tê de agirbesta lezgîn li Xezzeyê di qonaxa yekem de tê pêşbînîkirin ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin nirxand.

Kiliç di nivîsa xwe de ev gotin bi kar anî:

“Encama dengdana ‘agirbestê’ ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî her çend ev biryar derengmayî be jî têrker e.

Ji bo ku ev qerar bikeve meriyetê û pêvajoya agirbestê dest pê bike divê bi lezgîn desteka navneteweyî bê dayîn.

Ji bo ku zilm û qirkirina dijmirovahî ya bi mehan e li Xezzeyê tê kirin bi dawî bibe, di bin serokatiya Serokomarê xwe Birêz Recep Tayyîp Erdogan de em her tim amade ne."

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya qerarnameya 3 qonax a ku ji aliyê Serokê Emerîkayê Joe Biden ve hatibû ragihandin, ku tê de di qonaxa yekem de agirbesta lezgîn li Xezeyê tê pêşbînîkirin qebûl kir.

Di daxuyaniya HAMASê de hat destnîşankirin ku xalên ku di biryara KENYê de cih digirin, agirbesta daîmî, vekişîna tam a dagirkeran ji Xezzeyê, pevguhertina girtiyan, ji nû ve avakirina Şerîda Xezzeyê û vegera koçberan bo cih û warên xwe bi daxwazên gelê Filistînê û berxwedana wan re li hev dikin."

Rejîma sîyonîst ji aliyê din ve nûçeyên ku dibêjin li çarçova qanûna agirbesta hertimî û pevguhertina girtiyan a Konseya Ewlehiyê ya NY`ê li ser bidawîanîna êrişên xwe yên ser Gezeyê li hev kiriye, red kir. (ÎLKHA)